kabrayekî gulekî hebû le pênciwên keř ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  667 views

kabrayekî gulekî hebû le pênciwên, keř bû xełkî nawyan nabû «gizgil» kuřêkî hebû ewîş her keř bû, xełkeke leber bawkî bewîşyan ewt «sîçke» řojêk kabra hendê goşt ekřî û eybatewe bo małewe le řêgada tûşî kuřekey ebê pêy ełê: ewe eçîtewe bo małewe? kuřeke ełê: newełła eçmewe bo małewe. kabray bawkî ełê: wamzanî eçîtewe bo małewe em goşte berîtewe. kuře ełê: newełła babe eçmewe bo małewe, daykim witî bawkit nexoş kewtuwe le małewe zû werewe! bawkî witî: de başe ke naçîtewe bo małewe biço bo lay nałbeneke min xom goşteke ebemewe. kuřeke witî: to her tûře ebî! daykim řeng bê êste telîsekey tewaw kirdibê eyhênim!