ḧacî şêx îbrahîm hebû pyawêkî melay ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  746 views

ḧacî şêx îbrahîm hebû, pyawêkî melay nûranî řîş sipî. řîşî eřjaye ser nawkî. le hemû wiłatî swêsnayetîda bo melayetî û dîndarî nawî der kirdibû. řojêk pyawêk le wiłatî ḧeca eçête lay pêy ełê: qurban gunaḧêkî gewrem kirduwe nazanim xwa lêm xoş ebê yan na? ełê: çîye bira xwa beřeḧme ẍeyrî şerîk danan bo ew nebê le hemû şitêkî tir xoş ebê. bîłê bizanim çîye? ełê: axir qurban le řûm hełnaye bîłêm. ełê: kuřim bîłê xwa ẍefûr û řeḧîme. ełê: çûm bo ew xwarewe şeytan le xiştey birdim segêkim ga! ełê: ca çon neygestî? ełê qurban axir topî bû. ełê: ca to çon îşî wat kird tebî’etit birdî û neřşaytewe? ełê: qurban axir řemezan bû, paş nwêjî cum’e hîçim le sika nemabû! ełê: ca netirsay lewey ke yekêk bêt be serta û abřût biçê? ełê: newełła qurban sûçêk bû le pał dîwarî ke’beda kesî be serewe nebû! ḧacî şêx îbrahîm be sebrêk dest eba řîşe sipîye nûranîyekey xoy egrê û ełê: em řîyşe be qingî ew sege topîywe eger xwa lêt xoş bibê de heste biřo.