lew sere afretêk hebû mindałî ne’ebû ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  856 views

lew sere afretêk hebû mindałî ne’ebû hîç şêx û şexis û melayek nema neçête serî, kełkî nebû. řojêk derwêşêkî kełhuř be pirçêkî dirêj û baweşê piştênî sewz le pişta û «cam’ aldi’wat»êk le bin desta eçête ew dêye bo derwêşî û nûşte kirdinîş be demyewe. jineke çuwe lay û derde diłî xoy bo kird. ewîş demî «cam’ aldi’wat»ekey bo kirdewe û tozê serî hêna û bird, witî: kitêbeke şitêk efermê le řûm hełnaye bîłêm, egîna bebê şik mindałit ebê. ewîş witî: qurbanit bim! biłê qeydî nîye. witî: kitêbeke efeřmê ebê nûşteyek binûsim û ew nûşteye be ałetêkî taybetî - bîlamanî - le şerimtewe bîkem bew dîwa. herweha le serekeşyewe hendê şit heye ebê bînûsim. afreteke witî: başe be qurbanit bim. kabra destî pê kird, lew kateda xerîkî îş bû jineke witî: qurban madam ’ezêteket kêşawe ba kuř bêt!