ḧacî se’îdî mela ḧesenî ’elaf witî legeł...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  945 views

ḧacî se’îdî mela ḧesenî ’elaf witî, legeł çend kesêka çûyn bo ew şarezûre lew serî awî «mwan»e dû sê kesî şarezûrî řakşabûn leser tenîşt; hîç gwêyan nedaynê. witî minîş witim: êste emanetan bo ehênme coş. witî, witim: erê bira kes heye lem naweda parey loke wer bigrê? min şeş ḧew hezar dînarim hênawe emewê day merzênim be selemî loke. witî yekê le kabrakan tozê qut buwewe û witî: bira ba biçim deng awayî bidem. her’emey wit řast buwewe, witî kabray hawřêy destî daye witî: xwa bitgirê bo kwê eçî gałtet pê eka.