’êl serewxiwar botewe řuwew kwêstan her ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  734 views

’êl serewxiwar botewe řuwew kwêstan. her hoze şwênî xoy girt. kabrayekî goran le dîwandere xanûy ekird, dîrekî xanuweke tozê dûr bû le awayyewe. dostêkî le ’eşreteke hebû xałe marfyan pê ewt. xałe marf řojêk gayekî dabuwe ber. kabra witî: xałe marf bełkû ew ḧemałem bo bixeyte pişt ga bor û bîbeynewe bo nawî dê. ewîş witî: be banî çawan. daryan xiste piştî ga bor û birdyanewe, kabra hořêk genmî dagirt û xałe marf xistye ser piştî gabor û geřayewe bo hoz.

ew sałe beser çû, kabra xanûy dirust kird û ’êl dîsan ke geřayewe bo kwêstan, xałe marf serêkî le kabray goraney dostî da. seyrî kird xanuwekey tewaw kirduwe. witî: maşełła xangî çake. aferim ga bor be xwa ew ḧemałey xas hełgirtibû! kabra barêkî tir genmî bo dargit û çuwewe. sałêkî tirîş herweha bare genmêkî tirî bo dagirtewe! sałî çwarem dîsan hatewe û witî: maşełła xangî çake, kabra îtir le wizeya nema, witî: xałe marf tikat lê ekem, ewa îse heł’estim xanuweke heł’eweşênmewe, ḧemałeke bixerewe serpiştî gabor û bîberewe bo ew şwêney ke hênawye!