jinêk hebû xadaye yan pê ewt zeman ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  738 views

jinêk hebû «xadaye» yan pê ewt. zeman hênabûy beserya serdemî caranî nemabû teşî řêsî ekird bo em û ew. melajin fatim hebû řojêk hendê xurî ebate lay boy biřêsê. ewîş boy eřêsê û paşan boy eçêtewe. ke seyrî eka ełê: eme estûre! xadaye hełî eweşênêtewe boy eřêsêtewe. emca boy eçêtewe seyrî eka ełê: eme barîke! xadaye ełê: xafatim nazanim çonit ewê? barîk eyřêsim ełêy eme barîke, estûr eyřêsim ełêy estûre. xafatmîş ełê: xadaye ne barîk û ne estûr wek hînekey mela girdeřês bê!