ełên paşayek sê jinî hebû farsêk û ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  708 views

ełên paşayek sê jinî hebû; farsêk û kurdêk û fîteyek. şewêk le lay jine farseke nûstibû lêy pirsî: şew le çi wextêkaye? witî: berî beyane. witî: be çîda ezanî? witî: guł û řîḧan bonî biław kirdotewe û bałendekan kewtûnete awaz xwêndin.

şewî duwem le lay jine kurdeke bû witî: dinya çi wexte? witî berî beyane. witî: be çîda ezanî? witî: milwanke mirwaryekem ekewê le sîngim sardî eda be sînem!

şewî sêyem le lay fîtî nûst. witî: çi kate? witî: berî beyane. witî: be çîda ezanî? witî: gûm dê!