melayek le kořêka we’zî da’eda û basî ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  674 views

melayek le kořêka we’zî da’eda û basî cibre’îlî ekird eyut ke emrî pê bikirê be qudretî xwa ke şapeřî daye [jêr] zewî ser û binî eka. le kořekeda jinêkî lê bû le tenîşt dostekey xoyewe danîştibû. xełkeke hemû sergermî ew peřî cibre’île bûn. jineke goşeyek le çarşêwekey dabû be ser koşî dostekeya. le jêrewe destî bird de’bakey girt. ke girtî de’bake wekû şaxî lê hat, jine bebê îxyar çirîkey kird. melake gwêy lêbû witî: ey ’aşiqey sadqey muḧsiney mutefanyey miḧafzey muxedîrey munewere! ew peřî cibre’îl geyşte diłit ya hewakey day le leşt wa bew core be bê îxtyar ew ne’retet kêşa? jine witî: min peřî cibre’îl nazanim ke bida le diłim ya le gyanim, kutupiř şaxî îsrafîlim berdest kewt. em çirîkeye le ber ewe bû!