kabrayek hebû xełkî ew hecîce zorabî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  655 views

kabrayek hebû xełkî ew «hecîc»e zorabî naw bû, geřîde bû, kewtibuwe sabłax. lewê wa dyar bû leweřî be xoş zanîbû gîrsabowe. kesî nebû her xoy bû. şêwey jyanîşî ewe bû gwêy qûłax ekird bo ewe le çi şwênêk ya le çi małêk bangêştêk bibwaye eçû be bê bang kirdin xoy pya ekird û day ekuta.

řojêk le mizgewtî sûr çend kesêk ko ebnewe û biřyar eden biçin bo seyran. emîş eçê xoy ekutête nawyan. cema’eteke her yek şitêk egirne esto. yekêk ełê: nan le ser min, yekêk ełê: goşt le ser min, heryeke şitêk ełên. nore dête ser xało zorab pêy ełên: ey çî leser to? ełê: le’netî xwaş leser min! dest eken be pêkenîn û wazî lê dênin.