feramîrza le sine baram sanî yekem...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  804 views

«feramîrza» le sine, «baram san»y yekem le hewraman bang eka bo sine, emîş be çend pyawêkî xoyewe eçêt û mîwanî ḧikûmet ebêt. eman hemû le «dermał» ebin. baram san şwênêkî şahaney bo terxan ekirêt, be taybetî jûrêkî awênebend ebê le dermałeke, ke bo pyawêkî gewre danrawe, eme da’enên bo baram san ke kesî tirî tya nabê.

şewêk san îşî ser awî ebê, ke heł’estê dest enê be dergawe seyr eka derga lew dîwewe daxrawe! emeş řêket bû; egîna hemû wext wa ebû. be eme zor têk eçê, xoy řa’egrê, bełam ew ḧakmey le sikyaye le feramîrza ḧakmitir ebê! herçend eka hîç çarêk nadozêtewe. nawiskî dest eka be dan û qořeqoř kirdin. oqrey lê heł’egîrê dîsan çar nîye; xew ewe her becarê barî kird. bêcge lemeş eywîst lew kateda hewramanî lihon û řezaw bida, her bew şerte lew bełaye řizgarî bibê. bem ser û bew serî jûrekeda hatuço eka û pêç eda, lew kateda ke tozêk çawî be hewramanî text ekewê, çawî be taqêkî jûreke kewt ke mangeşew le pişt şûşe û nawbendî telarekewe hatote jûrewe û dawye le naw taqeke û bem hoyewe hendê le binmîçî jûrekey řûnak kirdotewe. baram san leber eme dinya şewe û leber eme ke jan û pêçî nawiskî hîç hoşêkî la nehêştuwe, wa têgeyşit ke eme kołane! bem bonewe zorî pêxoş bû řêgay çarî dozîyewe. hênay takê le gorewîye pûzewaneyyekey xoy wekû bořîye, nûsanî be xoyewe û piřî kird.

be zyadewe benekey tund şetek da dû sê car wekû qoçeqanî esûřênřêtewe be dewrî sera bo ewey berdeke zor biřwa, emîş sûřandîyewe û hawşiştî bo lay kołane xeyałîyeke, kutupiř gorewî piř le xestey ardetûy hewraman û nîşasey peşmekî mîwanxaney feramîrza bew core řoyşit û day le binmîçeke û tiłîşa û teqîyewe û jûrî bilûrînî feramîrzay swaẍ da!

baram san ke emey çaw pêkewt henaseyekî sardî hełkêşa le şwênekey xoy wişk bû; emca kewte ew xeyałewe ke le pêş eweda řoj bibêtewe çon em binmîçe pak katewe û çon îşêkî wa bika ke abřûy xoy û ’eşîretî neçê?

pêş weşandinî em deste gułe zor xewî ehat, bełam ḧakmî nawiskî ney’ehêşt. ke lewe řizgarî bû emca ḧakmî abřûçûn serî lê têk da, bekurtî nûstin nema.

beyanî zû çuwe berheywanî sê derîyeke - ke eyřiwanî be ser kołana - seyrî kird wa kabrayek xerîke kołan gisk eda, bangî kirde lay xoy kabra hat û pêy wit: to řojê çende pare wer’egrî bo em îşet? witî: řojê dû qeran. witî: şwênim kewe.

xoy pêşkewt û ew le şwênyewe ta birdîye jûrî bilûrînî be pîsî henûra û esłî şwênekey pîşan da witî: min sed qeranit edemê bebê deng her êsta em şwênem bo pak kewe. kabray giskidre seyrêkî binmîçekey kird û têgeyşit ke çî pêweye, her wa be sardîyekewe witî: qurban min dûsed qeran edem be cenabit her ewende pêm bifermûy çon fîřanûte bem binmîçeda?...