kabrayek lew xware çuwe şar û zorî birsî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  528 views

kabrayek lew xware çuwe şar û zorî birsî bû, hîç pareşî pê nebû, be ber çêştixaneyeka têpeřî, be tewawî îtir neytiwanî biřwa. çuwe jûrewe boyan dana û têrupřî xward, paşan hesta hate lay kabray xawen çêştixane û witî: «erê bira eger yekê parey pê nebê û bête êre çî lê eken?» kabra witî: «ewey parey nebê, nayete êre». witî: ewa witman parey nebû, hatîş. witî: kewa û sełte û serupotelakî lê ekeynewe û derî ekeyne derewe. witî: eger kewa û sełte û şitîşî lebera nebû, çî lê eken? ewîş witî: çî lê ekeyn? eygirîn dû şeqî tê heł’edeyn û eykeyne derewe. înca kabra piştî heł kird û witî: de birakem dû şeqeke le min hełden û bimkene derewe.