feqêyekî ew mukiryane be nawbangî melay...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  497 views

feqêyekî ew mukiryane be nawbangî melay qeredaẍewe beser silêmanîda dêt û eçê bo ewê, bo xwêndin. le paş şewêk xêra egeřêtewe bo silêmanî ke biçêtewe bo wiłatî xoy. ke lêy epirsin boç wa xêra geřaytewe? ełê:« kawlim kirdewe, kuře! be boqlemûn ełên ’elîşîş». pêy ełên: babe to dexiłit çîye bewewe ke be boqlemûn ełên ’elîşîş? ełê: «kawlim kirdewe, qur’an wabê û swên wabê, min şew lew wiłate řoj nakemewe ke be boqlemûn biłên ’elîşîş».