şêx tofîq hebû řojêk jinêk bo nuştekirdin...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  532 views

şêx tofîq hebû, řojêk jinêk bo nuştekirdin eçête lay, le katî qisekirdina jineke pêy ełê: «mamosta têgeyştî?» şêx her zor xirap tûře ebê û pêy ełê: «mirdût mirê! min le bistî şerḧ mewaqîf û şirḧ tecrîd têgeyştûm, êste le qisey dełeqořêkî wekû to tênagem?» jineş lem nawane û lem qisane serî suř emênê û wekû gwêzî bo bijmêrin, wa ebê.