her em mela meḧmûde melayek le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  512 views

her em mela meḧmûde melayek le silêmanî nexoş ebê, eçê bo çawpêkewtinî, eçêt û kuřî melake dêt be pîrîyewe, lêy epirsê: «îbnî ḧalî walîdit çone?» ełê: herdû qaçî weremî kirdibû, ełê: «îbnî biłê weremet ڕەجلاە» ełê çîtir? ełê: weremeke dabûy le ejnokanî, ełê: «îbnî biłê wesil îla řekbeteyhî. řołe to kuřemelayt, qise be ẍełet meke!» ełê ey le paşa? kuřeke ełê: «le paşa mirdû serî çû be qebrî babî to û sîbewîye û nifgiwîyeyda».