kabrayek hebû hemû carê ke basî melay...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  526 views

kabrayek hebû hemû carê ke basî melay pênciwên ekira ke pyawêkî ’alim û şa’îre, tuře ebû, eyut: boç her ew şa’îre? desa şerit bê min biçim bořî bidem; lêy da, çû. melay pênciwên le kořêka danîştibû, witî: mela! min hatûm şeřeşî’irit legeł bikem, ya bořim edey ya bořit edem. melaş fermûy: fermû biłê. kabra witî:

mela û řeḧman, mela û řeḧman, mela û řeḧman pênciwênra
zeř ber beser fulad nehî nerim şewedra!

mela fermûy: bira biřo!