kabrayekî dewłemend êwareyek hatewe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  540 views

kabrayekî dewłemend, êwareyek hatewe małewe, jinekey nanî bo dirust kirdibû, wîstî têy ka, kabra çuwe ḧewşewe. le paşan řûy kirde tewîleke. zorî pê çû, her nehatewe. jineke diłî kewte meraqewe, hełsa le dirzî dergay tewîlekewe temaşay kird; makerêkî sipîyan hebû, mêrdekey be makere sipîyewe nîştuwe! jineke zorzan bû, dengî nekird, geřayewe cêy xoy. beyanî mêrdekey hełsa biçê bo dûkan, be jinekey wit: bo êware fiłan çêşt û fiłan çêştim bo bike. ewîş destî naye ser çawî.

êware ke hatewe temaşay kird jineke lenaw lêfe û doşeka kewtuwe û enałênê. lêy pirsî: ewe çi xêrte? witî: pyaweke le beyanîyewe lerzim hatotê, zor bêḧałim. kabra witî: bo êwarê kewabê hîç nîye bixom? jine witî: bełê, bot kirawe, ewete le jûrewe leser sînî dapoşrawe. kabra çuwe jûrewe, temaşay kird ewa sê dewrî leser sînî serpoşî be sereweye, serpoşêkî labird co bû, ewîtryan «ginře»gya bû, sêhemyan ka bû!

ke emey dî, cinêwêkî zorî da be jinekey, witî: «boçî min gwêdrêjim emanet bo danawim? jineke witî: «mêrdeke! boçî cinêwim pê edey? min emřo nexoş bûm, hewêyekem -ke dwênê êware le tewîleke destit le milya bû- hat xwardinî bo dirust kirdî, îtir xetay min çîye?» ke emey bîst înca zanî ke jineke be kirdewey dwênêy zanîwe, zor şermezar bû.