le qisey kurdaneye ełê le şarêk ke xełk...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  729 views

le qisey kurdaneye ełê:

le şarêk ke xełkekey bitperist bûn, řojêk cejnyan bo gwêdrêjêkyan be kurtanî qeyfe û serkelley awrîşim û zengułey zîw řazandibowe, bitekeyan swar kirdibû be naw şarda eyangêřa, xełkî herçî tûşî ebû, kiřnoşî bo biteke ebird û be lengerî û sebete nuqił û nebatyan bo kereke ehêna. înca gwêdrêjeke xoy lew payeyeda dî, xoy lê gořa, gazî le xełkî egirt û cûtey heł’eda! kabrayek lew şare bû, çû serî naye binagwêy û pêy wit: «małkawil! boçî xotit lê gořawe? em îḧtiram û kiřnoşe bo bitekeye, leber to nîye, tozêkî tir ke biteket leser laçû, ebîtewe be kerekey caran, barit lê enên û be neqîze têt ber’ebin».