carêkyan lew kurdewarîye le dêyek nwêjî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  592 views

carêkyan lew kurdewarîye le dêyek nwêjî cum’e eken, seyr eken yekêkyan natewawe; çunke belay şaf’îyewe ebê çil kes bin. gelê pyaw çaweřêy eken, kesî tir peyda nabê. heta le demedemî ’esra ebînin kabrayekî kepeng be şan le dûrewe řûy kirde awayî.

eçin be pêşwazîyewe û pêy ełên: îşêkî xêr heye û leser to pekî kewtuwe, toyş ebê em îşe bikey bo xwa. epirsê: çîye? ełên: nwêjî cum’eye û be to tewaw ebê. ełê: tozê lêm řawestin!

kewşekanî da’ekenê, eydate bindestî û kepenkekey lûl eka û eyxate ser şanî, dû pêy ebê, dûy tirî bo qerz eka û derdeçê! ełên: kuře ewe to çît kird? bo kwê eçî? ełê: «kuře biřon min ta êste hezar îşim buwe be xwa, yekêkî bo pêk nehênam, êsta ew em îşey kewtote min, xo şêt nebûm boy cêbecê kem».