kabrayekî mergeyî mesîneyekî hebû ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  584 views

kabrayekî mergeyî mesîneyekî hebû eybird bo ser awdest. mesîne kunî tya bû ta ew mîzekey ekird mesîneke hîç awî têda ne’ema, hemûcar leser ’abxaneke hawarî lê berz ebowe bo aw! lepaş beynêk xełkî seyryan kird, kabra wekû caran hawar hawarî nemawe, lêyan pirsî: ewe aftaweket çak kirdotewe? witî: nawełła, bełam fêłim lê kirduwe. wityan: çon? witî: lepêşa taretekem egirim, înca mîzekem ekem, dayelêy degêm çima dêłim herwa be ḧasanî le destim derçê?!