mela ’ebdulřeḧîmî çurustanî melay ḧisên ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  562 views

mela ’ebdulřeḧîmî çuristanî, melay ḧisên begî caf ebê, le awayî feqê cine ḧisên beg hemû ḧefteyek mûçeyekî bo feqêkan biřîbowe, ḧefteyekyan le nardinekey dwa kewtibû, feqêkanîş be mela ełên, mela eçête ser ḧisên beg û pêy ełê: ḧisên beg! eger pyawî wekû paşa be, eger jinî wekû xanim be, eger ne pyawî û ne jinî, ne medrese řagre û ne feqêş desxeřo ke. ḧisên begîş ełê: mamosta ta to egeřêytewe, eger mûçekem bo nenardin bizane ne pyawim ne jin!

mebestî le xanim ’adle xanmî wesman paşa buwe.