miḧemmed ’ebdulwaḧîd boy gêřamewe witî ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 9 minutes  909 views

miḧemmed ’ebdulwaḧîd, boy gêřamewe witî:

le gundî lihêban lew deştî dizeyye dinya şew bû, xêwetêkman hełdabû, danîştibûyn. paş nwêjî xewtinan bû pyawêk hebû simayle «goc»yan pê ewt, le laman danîştibû, qisey xoş bû û serguzeştey konî bo egêřaynewe. be dem qisewe kewtîne wextî xêł xewtinan, kitupiř kuřêkî mêrmindał hate jûrewe û danîşt û simayl pêy wit: ewe le kwê bûy ta êsta? kureş hîç sê û dûy nekird û witî: wełła xałe simayl henûke lay jinêk bûm ke legeł mêrdekey xoya řakşabû, minîş çûme pałî!

miḧemmed witî: her ewendem zanî simayl destêkî hełhênayewe û şepazlileyekî da be nawçewanî kuřekeda! şepazlileyekî wa ke agir le çawî birûskey send. witî: hetîm eme qiseye to deykey?!

miḧemmed witî: minîş witim xałe simayl boç lêy edey? key qisey mindał bayexî heye? simaylîş witî: efendî desa min qiseyekit lo degêřmewe, ew wexte dezanî ke le jina çi parewanêk heye?! înca destî kird be gêřanewe û witî: efendî, a em simayle goce ke le berdemta kewtuwe û pîr û keneft buwe, le wextî xoya ke nawî simayle gocyan bihênaye mindał le bêşkeda jîr ebuwewe!

dizêk bûm mindałim leber memkî daykî edzî û xoy be xoy ne’ezanî! le hemû em wiłataneda her naw nawî «simayle guc» bû! sałê lem deştî dizeyîyeda nehatî û qatuqřî bû. kawil bê deştî dizeyî, sałê ke baranî nebû îtir xełkeke hemû ebê bikewne derozekirdin. sê sał baran nebû ca efendî bizane ebê kû bûbê?! ew sałe beharêkî zor zû bû, herçende her le zistanewe baran çakî hênabû, bełam leber zûyî hîç pênegeyştibû. derametî minîş her dizî bû. dizîyekeş dest ne’ekewt, zor şiř bibûm, naçar zelamêkim hełgirt û lêm da řoyştim. řêgey ew kwêstaneman girteber, le tifeng û fîşekîşa zor be tedarek bûm, çend řojêk her řoyştîn ta geyştîne ew kwêstaney serewe, pêy nawê, řeweyekî sî çil serî le wiłaẍî berzeman hêna û bela řêgeda geřaynewe dwawe řuwew mał, be şew ehatîn û be řoj le şîw û kendełanî dûr le awedanîda sitarman egirt.

şew bû, hîçman nexwardibû, betewawî pekman kewt, şewêk wa be larelar min lepêş wiłaẍekanewe bûm ehatîn, le dûrewe û le lapałî kêwekewe tarmayîy řeşmałêkim bedî kird. be hetîwekey hawřêm wit: to ber le wiłaẍekan bigre min wa eçim bo ew řeşmałe bełkû nanê, şitêkim dest kewê bîhênim. emem bew wit û tifengekeşim fîşekî têda bû le milim kirdewe û girtime destimewe û bebê hest lêm da řoyştim.

wa dinya zor tarîke, berçawî xom nabînim, wextî weha bû tepukut ekewtime kendełanewe û heł’estamewe. çûm heta nizîkî řeşmałeke bûmewe, westam, gwêm hełxist seyr ekem ne dengê, ne xişeyek, hîç nîye, dinya kişumat. zor bebê çirpe xomim geyande řeşmałeke, temaşam kird dewarêkî zor gewreye, henasey lêwe naye, seg nîye, pişîle nîye, çend řeşewłaxêk le derî dewarekeye û hîçî tir. zor be westayanewe bebê hest, carêk be dewrey dewarekeda sûřamewe û bedest destim exşan le dewareke, henasey gyanleberim şik nebird le nawya. carêkî keş geřam be dewrya û dergakeym dozyewe. bo carî sêhem bebê xişe le dergakewe çûme jûrewe!

oh, efendî! her ewendem aga lê bû pêm xiste jûrewe, îtir be tewqesera kewtim û tawêrêk leser kewte ser serim, yekêk bû! tenha ewem be xomewe dî ziringeyek le sermewe hat û herdû pelim le dwawe wekû be dû gurîs bestirabêtewe wa bû, ne zanîm tifeng çî lê hat, ne zanîm xencer çî beser hat! dengêkim hate ber gwê witê: hey napyaw ewe betemay çît!

agirdanêk lenaw dewarekeda bû, agirêkî kizî tya bû, min le derewe hestim pê nekird, dû sê sere bizutî beserewe bû, destêk boy kêşra sere bizutekanî xoş kird û agireke kiłpey send. temaşam kird eme afretêke wa be sermewe. bem core pelupoy biřîwim! bełam afretî çî? heta dest hełbiřî kełeget, be dîmen, her baskêkî ełêy tukmey dařjirawe, řûmetêkî pan, çaw û biroyekî geş, cûtê gonay xiřî sûr, cilêkî ałwałay cwanî lebera bû, efendî biřwam pêbke ta ew řoje û lew řojeşewe ta îmřo afretî wa cwan û nazdarim nedîwe, temenî le dewrî ḧevde û hejdeda ebû, tifengêkî kurtî xistibuwe jêr bałî, pencey beser pêkeyewe bû řêzêkîş fîşek le piştya bû! bem core leser singim danîşt û dîsan witî: hey napyaw ewe be temay çît?! minîş witim: xuşkim xwa eyzanî be temay hîç nîm û řêbwarim û řêm lê têk çuwe û em řeşmałem bedî kird û hatûmete êre!

witî: to řêbwarî ya pyawxirapî?! bo çî min agam lê nîye ke to çon hatît çon be dewrey dewarekeda sê car sûřaytewe û paşan bebê çirpe hatye jûrewe? eme hîy pyawî řêbware ya hîy pyawî xirap?! lem beyneda seyrim kird tifeng û xencerekem wa lew lawe kewtûn, minîş hîçim pê nakirê, tenha pařanewe û ewe nebê ke řêbwarim û le birsa hatûm. beher cor bû jineke leser singim hesta û lew lawe tifeng û xencerekey minî hełgirt û birdî le serûy dewarekewe dayna û her eşîwit: řaste to řêbwarî? her ’aferim pyawî řêbwar!

înca řûy têkirdim û witî: lew şwêne ke lêy danîştûy danîşe, her bibziwîtewe etkujim. ke ew emey wit, xo min hîçim pê nemawe, tenha bełê nebê. em care hênay tifengekey xoy lejêr binengełî derhêna û girtî be destêkyewe. hesta çû lew lawe taweyekî hêna xistîye ser agireke û řonîşî hêna xistye nawî, çû leser hořêk pênc şeş hêlkey hêna şikandye naw řonekewe û dirustî kird. çû her be deste xałîyekey destebereyek nanî hêna, leber demma dayna û tawe hêlkewřonekey hênaye lamewe, çû kaseye doyşî hêna û witî: de bixo! xoyşî lew lay agirekewe danîşt û be ’astem lûley tifengekey têkirdim, destîşî her leser pelepîtkeyetî! min be carê şipirzey ewe bibûm ke newek destî bitrazê û bimkujê. leme zor etirsam. jine hestî beme kirdibû, pêy witim: metirse nanî xot be řeḧetî bixo.

zorim birsî bû, destim kird be xwardin ta tewaw têrim xward. lem maweyeşda herçende seyr ekem lem jine zyatir kesêkî tir lem dewrubereda nîye, ne jin û ne pyaw, ne mindałêk, her hîç. nanekem xward, betewawî têrim xward. hat tawekey hełgirt û birdî xistyewe ser agireke, dîsan çû řonêkî zorî hêna xistyewe nawî, enca çû be qyasî panze şanze hêlkey tirî hêna û şikandye nawî, çû destebereyekî zil nanî hêna, tawekey qiłpewe kirdewe naw nanekan û pêçayewe û hênaye berdestim û witî: de heste biřo emeş bere bo hawřêkanit! witim: hawřêy çî min her xomim. witî: heste, heste, pyawî bê hawřê bem şewe û lem wexteda řêy nakewête em şwêne, heste dirêjey mederê, to řêbwar nît! pyaw xirapît û hawřêşt heye, biřo xwat legeł!

witim: ey tifeng û xencerekem? seyrêkî kirdim û witî: tifeng û xencerekeşt ewêtewe pyawe řêbwařeke. çû lew lawe tifengekemî hełgirt, fîşekî lê derhêna û boy hênam. leber destî danam, witî: bîkere milit! tifengim kirde milim û çû xencerekeşî hełgirt, le dûrewe boy fiřêdam, witî: eweş xencereket de heste xwat legeł. emca betewawî lûley tifengekey xoy têkirdim û witî: xeyał nekey her dest bibziwênîtewe tenha taqe fîşekêkit bo enêrim.

minîş behêwaşî xencerekem hełgirt û kirdim be ber piştênekema û norduwe nanekem hełgirt û hełsam, řûm têkird û witim: şêrejin, bew xwayey ban sere swêndit edem, to çît lêre û çi kesît û min herçende lem beyneda seyrim kird, le to bewlawe kesî tirim lem çoł û byabaneda nedî. ewa min eřom, bełam têm bigeyene. witî: heste biřo ewe îtir îşî to nîye. witim: desa şerit bê ya emete emkujî ya emete pêm ełêy! zerdexeneyek girtî û witî: zor ḧez ekey bîzanî? min jinî kuřêkî amozay xomim, mangêk ebê mêrdim pêkirduwe, lew wextewey mêrdim pêkirduwe be taqe małe hatûyn lêre danîştûyn, tenha herdûkmanîn, sê çwar řoj lemew pêştir mayînêkman le gund diz birdûyetî, ew hesta çû be şwên mayînekeda û min tenha xom lêreda bedyar em meř û małatewe mawmetewe, emeye semerey min! minîş witim: jineke! min her şitêk hem, hem, bełam ewe bizane belay xomewe pyawêkî aza û nawdar bûm, ewî to be minit kird û ewî min le towe dîm, ta îsta ne kes pêy kirdûm û ne le kesim dîwe.

hestam û îtir beřê kewtim, ewîş dûr û nizîk lûley tifengekey řast têkirdibûm. heta le çaw win bûm. ewendem ezanî her destim bibirdaye bo tifengekem, bebê hêł û gifit eykuştim.

ca efendî henuke em hetîme derê min şitî wam kirdîye! çima hemû jinêk wekû yek waye? jinî waş heye û jinî waş heye, ewî min lew ḧurmeye çawim pêkewt, henûkeş her muçřike be leşma dête xwarê.