pyawêk hebû le suleymanî şêxelîyan ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  562 views

pyawêk hebû le suleymanî «şêxelî»yan pê ewt -şer’ şermî bo nîye pêyan ewt şêxelîye peřo!- em şîxelîye lem axreda çawî kwêr bibû. tezbîḧêkî denk gewrey sed daneyî hebû, hemû êwareyek paş nwêjî şêwan leser sekoy mizgewteke tezbêḧî «qul hu alilh û fatḧey» exwênd û xêrekey enard bo ew dost û nasrawaney ke le wextî xoya pêkewe bûn û eynasîn.

be sere nawekanî heł’eda û egeyşte ser ḧacî fiłan lebeyna eyut: ew segbabe her çende zorî ’ezyet kirdim, bełam qeynaka ba eweyşî tya bê! tozêkî tir eřoyşit û egeyşte ser westa fiłan ewesta û eyut: ew keranbawgawe her çend hemûcar kewakeşî xirap bo edûrîm, bełam qîrusya ba ewîşî tya bê! tozêkî tir eřoyşit û egeyşte mela filan eyut: ay ay ew ḧîzbabe hemûcar lenaw xełka pêy ewtim to mela nît û eyşkandim, bełam wa ezanim seg xwardî ba ewîşî tya bê! bem core be nasrawekanya ehate xwarewe, le axra eyut: xêrî em qulhiwełła û fatîḧeyem bo nardin! emaneşî ke ewt be cinêw û be qulhiwełła, hemû be dengî berz eyut. leber ewey çawî kwêr û gwêy keř bû lay wa bû kesî be dewrewe nîye, keçî hemû carêkîş çwar pênc kesêkî her be dewrewe bû!