cûlekeyek le suleymanî hebû ḧatanî ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  622 views

cûlekeyek le suleymanî hebû, ḧatanî naw bû. em ḧatane kiřîn û firoştinî zortir legeł cafekana bû. ḧeme paşay cafîş hemû car şitêkî pêwîst buwaye eynard lay û pisûleyekî bo enûsî ke ewende parey kewtote ser paşa, ḧatan bû be xawenî pisûleyekî zor, bełam pûlêkîşî le paşa bo werne’egîrayewe, ke şikatîşî bikirdaye kes şikatî ne’epirsî!

sałêk ḧakmêk hate suleymanî, destî kird be tundutîjî, betaybetî legeł begzadekanî cafa çû be řiqa, ḧatan emey be hel zanî, çû herçî sened û pisûley hebû, birdî bo ḧakim û şikatî pêwe kird le ḧeme paşa, ewendey nemabû ke ḧakim hemû heqekey bo werbigrêtewe, kitupiř le bextî ḧatan ew ḧakme lewê nema û dewr û dûkan wekû xoy lê hatewe, ḧatan le tirsana çû her senedêkî le defterî ḧukmeta hebû hemûy wergirtewe!

lem kateda ḧeme paşa nardî be şwên ḧatana witî: hîç senedêkî heye bîhênê ta parekey pê bidemewe? ḧatan be xoşî xoşî, pisûlekanî hełgirt û lêyda řoyşit bo lay paşa, paşa witî: dewîtbawik şikatit lê kirdûm! desa be gořekey zayer beg heç senedêkit heye, ebê êsta hemûy bixoy. herçend ḧatan hawarî kird ke hîç heqêkî nawê û senedekan edřê, kełkî nebû, be zor hemû senedekanî derxiward da û wekû kulêrebeřon eyciwî û qutî eda, witî: dewîtbawik ewe derdit wê şikatim lê ekey? ḧatan dest le gûnan berew jêrtir geřayewe bo suleymanî.

maweyekî tirî pê çû, paşa parey pêwîst bû, nardyewe bo lay ḧatan ewende parem bo binêrêt û parekanî pêşûyşî edemewe. senedêkîşî bo enûsim, ew wexte řiqim hestabû boye wam kird! ḧatanîş xo natwanê milecîřeyek bika. hesta çû bo lay û pareke û kulêreyekî legeł xoy bird. parekey dana û witî: paşa senedim nawê, ewa parekem hênawe! paşaş witî: nabê we qewrekey zayer beg sened her ebê bwê lebeyna! ḧatan destî bird kulêrekey derhêna û witî: kewate başe, leser em kulêreye bom binûse, dwacar be ḧezretî mûsa qesem qaqezim bo naxurê, bełam kulêrem bo exurê! paşa tegbîr û qisey cuwey belawe seyr bû, leser eme buye heç pareyekî qerzar bû, hemûy dayewe.