destejnêkî biłbas ew sałe neçûn bo ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  656 views

destejnêkî biłbas ew sałe neçûn bo kwêstan, danîştibûn gileyî û binaştyan ekird le beynî xoyana, yek dûyekyan legeł eweş ke çend sał bû xawen mêrd bûn, mindałyan nebû, beme zor diłteng bûn û bo ewanî tiryan egêřayewe ke naşukirî nebê małê mindałî tya nebê germyan û kwêstanekeşî bo nakirê, yek dûyekîşyan her mêrdyan nekirdibû, dyare ewanîş hem le germyan û kwêstan kirdin bêbeş bûn, lem řuwewe hemûyan pejare daygirtibûn, yekêkyan hełîdaye û witî: weła daykim ewe qiseye engo deyken? çi be mêrdanî nîye, be xołay dane, fatîley ḧemedî wetmanî, çi mêrdanîşî nekirdye, řeweyekî le duwe germên û kêstanî xoyşî dekatin!