feqê meḧmûdî pyawî ḧesen begî qadir beg ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  610 views

feqê meḧmûdî pyawî ḧesen begî qadir beg, gêřayewe witî:

ḧesen beg le bêsełmên xistibûy, minî nardibû bo ser ’eşîret û awayîyekan ke mułkane û derametekey bo ko bikemewe, çûm çwar hezar qiřanim kokirdewe û geřamewe, le řêgeda tema’ swarim bû, herçend ciřecřem kird kełkî nebû, naçar hênam nosed qiřanim le pareke hełgirt û le bine terwêyekda şardimewe û ewî tirim bo birdewe. zûtir lîsteyekim bo nardibowe ke kwêxa nadir dûsed qiřanî dawe, marf penca qiřanî dawe. bem core lîstey çwar hezar qiřanekem bo nardibû, ewey la bû, hatim le řêgeda lîsteyekî tirim dirust kird. ke kwêxa nadir «mesela» sed û penca qiřan, marf çil qiřan, bem core sê hezar û sed qiřanim piř kirdewe û le axrî ḧisabekeşewe nûsîm sê hezar û sed qiřan.

ke çûmewe û danîştim, witî: feqê meḧmû wexêr bêytewe pareket hawird? witim: bełê qurban. ke seyrim kird lîstey çwar qiřaneke - ke bom nardibû - destî bird derîhêna û seyrî kird û witî: kwêxa nadir dû sed qiřan, bêne dû sed qiřan. seyrim kird bem core ew yeke yeke bîxwênêtewe û parekem lê werbigrê, pare dyare kurt ehênê. minîş her wa seyrêkim kird û witim: erê mîrim ewe to êyjî çî? key ḧisaw wa ewê? her destim bird lîstekem le destî hełpiřukand û diřîm beser yeka û parçeparçem kird û destim bird lîstekey xomim derhêna û dame destî û witim: mîrim emeye ḧisaw, a to dawa bike û ta min pêtî bidem.

lîstey girt be destewe û destî kird be xwêndinewey, witî: kwêxa nadir sed û penca qiřan bêne, sed û penca qiřan. witim: fermû. witî: marf çil qiřan, bêne çil qiřan. witim fermû. bemcore ḧisabman piř kirdewe û le axrîşa pêm wit: mîrim ewese le axrîşa cem’ekey nûsyage; sê hezar û sed qiřan, bizane parekeş sê hezar û sed qiřane? parey bijard, sê hezar û sed qiřan bû. witî: be xwa feqê meḧmû, ḧesaw emese to eykey, ḧisaweket tewawe û parekeş tewawe.

êsta û ewsaş neyut; xo ḧisabekey pêşû wa nebû, ya ew lîstet bo çî diřî! minîş bo xoy şanim pya kird nosed qiřanekem xward!