walî hatbuwe suleymanî leber îşêkî zilî ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  654 views

walî hatbuwe suleymanî leber îşêkî zilî ’eşayrî nardibûy be şwên meḧmûd paşay cafda, ke biçê bo suleymanî, paşa ḧeme’elî beg û ḧesen beg û çend swarêk legeł xoy eba û eçê bo suleymanî û eçête lay walî. xoy û ḧeme’elî beg û yekêkî tir eçne dîwexanî walî û pyawekanîş le derewe ebin.

le ḧewşekeda lenaw çîmin û ser ḧewzekeda kursî û sengełê danrabû, walî danîştibû, meḧmû paşa letenîşt walîyewe lewber ḧewzekewe da’enîşê. ḧeme’elî beg û pyawekey tirîş lem berewe da’enîşin. ḧewzeke zor pan nabê, pyaweke gwêy le qisekanî walî û meḧmû paşa ebê ke qise eken lebarey karubarî ’eşîret û ḧukmetewe, bełam leber ewe be turkî qiseyan ekird û emîş turkî ne’ezanî, řûy kirde ḧeme’elî beg û witî: ewe walî û paşa yêjin çî?

ḧeme’elî begîş qumarbaz û zîrek bû, turkîşî baş ezanî, witî: wełła mîrim bêjim çî? walî êjê axo kê heye bitwanê be ser em ḧewzeda baz bida? paşaş efermiwê: ca em ḧewze çîye, min pyawî wam legełaye her le cafa dû ewendey em ḧewzeş baz eda!

be xwa kake begim beg ebê ke eme ebînê řast ebêtewe bebê hêł û gifit, tif le şeytan û dûr le řeḧman, çakî eka be lada û beser ḧewzekeda baz eda û qut leber demî walîda ewestê û ełê: ewe to yêjî çî? sa we qewrekey ḧeme paşa, eger leber paşa nebwaye bazim egeyande ew dîwî êweşewe! îtir to çon yêjî kuřî wa nîye we ser em ḧewzeda baz bida?! meḧmûd paşa û walî, lem kirdeweye ekewne ’alemêkî tirewe, paşaş îtir hîçî pê nawtirê!