şêx babe ’elîy suse dem û nefesekey dem ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  791 views

şêx babe ’elîy suse, dem û nefesekey dem û nefes nebû, herçî şêt û marengazêkyan ebirde lay, yekem car çakî ekirdewe. le binarî koye kiçêkyan dabû be mêrd. kiçe şewê ke zawa eyewê biçête lay, şêt ebê û dest eka be kef çeřandin. şayî le şayîkaran ebê be şîwen! hîç şêx û şexsêk namênêtewe kiçe nebene serî çar nakirê. le axra eyhênin bo suse bo lay şêx babe ’elî. şêx jûrêkî çołî serbexoy terxan kirdibû bo ewey ke şêtyan ebirde lay lewêy dabnê, kiçey lew jûreda dana û bestyanewe. şewê paş nwêjî xewtinan çuwe lay kiçe û qapîyekey leser xoy daxist, neyhêşt kesî tir biçête jûrewe!

çuwe bin dest kiçewe û witî: kiçim pêm biłê to derdit çîye? min bot çar ekem, to şêt nît, min zor şêtî wam dîwe. zorî xiste serî le axra kiçe wekû aqił witî: ya şêx çarim ekey? witî emîn be çarit ekem. kiçe witî: ewî řastî bê min şêt nîm, le małî bawkim kuřêkî dostim hebû destiman kird be yeka û êsta kiçênîm nemawe, le tirsî ewe ke abřûm neçê we nemkujin xomim şêt kirduwe. şêx witî metirse bot çar ekem!

hesta hate derewe. kesukarî kiçey bang kird, witî: em kiçey êwe cinoke destî lê weşanduwe û legełyaye lêy nabêtewe, tenanet çote naw simîyewe. êsta min be du’a û telîsim, sazim kirduwe ke bête derewe û waz le kołî bênê, bełam le her layekewe ke bête derewe ew çawey kwêr ebê, eger le gwêçkeyewe derçê gwêy keř ebê, eger le şermîyewe bête derewe kiçênî namênê. bekurtî le her şwênêkewe bête derewe ew şwêney efewtê. ênca êwe arezûy xotane. bo ewe hatim piristan pê bikem, kwê ełên ta lewêwe bîhênme derewe?!

wityan: wełła ya şêx namanewê kiçeke ’eybidar bibê, ke wate ba her le şermîyewe bête derewe. xo hîç nebê kiçe bebê ’eybî wekû xoy emênêtewe. şêx çuwewe bo lay kiçe û lepaş tozêk kiçey hênaye derewe, kiçe le caran gelê jîrtir bû! bem core kiçey řizgar kird û karesatekeşî be kes newt ta lepaş çend sał her wa bebê naw gêřayewe!