kabrayekî diz şewêk eçête ser małêk ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  892 views

kabrayekî diz şewêk eçête ser małêk, le kiławřojnekewe timaşa eka bizanê nûstûn yan be’agan. xawen małeke legeł jinekeya řakşabû çawî lê bû. be jinekey wit: be xwa afret baş bû xwa em mał û samaney daynê pêy ḧesaynewe. - jinekeşî taze hênabû - jine witî: beřast pyaweke to em samanet çon dest kewt? witî: wełła jineke min le hewełewe îşim dizîkirdin bû, be şew eçûme ser her małêk, dengim ne’ekird ta mang heł’ehat, eçûme ser baneke tîşkî mangeke be kiławřojnekeda eçuwe xwarewe, minîş destim pêwe egirt û emut: tirp, tirp! wirde wirde pya eçûme xwarewe, her şitêk le jûrekeda bwaye kom ekirdewe û emda be kołma û destim egirtewe be tîşkeke û emut: ficuq, ficuq! pya ser ekewtimewe û ehatmewe! bem core min em samanem pêkewe na!

kabray dize ke gwêy lem qiseye bû, witî: ke wate eme şitêkî asane, ba minîş wa bikem. dengî nekird ta mang hełat û tîşkekey le kiławřojnekewe çû xwarewe, destî pêgirt ke pya biçête xwarewe, her witî: tirp tirp, şiłp le xwarewe zirmey hat û hemû pirasûy wird bû beser yeka! xawenmał hełsa cwan û puxt bałî best û lew lawewe fiřêy da, witî: de bo xot ficuq bike.