kabrayekî kurd gwêdrêjêkî hebû mayey ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  679 views

kabrayekî kurd, gwêdrêjêkî hebû mayey jyanî bû. be hawînan karwanî pê ekird û pêwey beřê eçû. kewte zistan û bû be řêbendan, befir ney’ehêşt małewmał bikirê, kabra pekî kewt, le małewe eçû bo mizgewt û le mizgewtewe ehatewe bo małewe. leber bê şitî zor perêşan bûn. kuřêkî hebû, çû tancîyekî peyda kird û witî: em zistane řawî pê ekem û beme bełkû bikewîne behar. tancî hênaye małewe. bawkî çawî be tancî kewt agirî têberbû witî: řołe her małêk segî têdabê firîştey řeḧmet řû nakate ew małe, pyawî çak be em tancîye bereła ke ba xwa ẍezebman lê negrê. kuřeş witî: bawe to ezanî ême hîçman nîye, êsta em tancîyem hênawe bełkû carcar řawêkman bo bika û pile goştêkman dest kewê bîxoyn. bawkeke witî: řołe nabê xwa ẍezebman lê egrê û firîştey řeḧmet îtir ser naka bem małeda. kuře witî û bawik witî ... naçar kabra małekey becê hêşt, bo nûstinîş çû bo mizgewt le tirsî ewey ke îtir mela’îkey řeḧmet řû nakate małyan!

yek dû şew le mizgewt emênêtewe le birsa û le sermana hêzî lê ebřê, le małîşewe kes nayet be şwênya, naçar heł’estê bermałî eda beser şanya û berew mał ebêtewe! ke nizîk ebêtewe bonî çizubzî goşt dêt be kuřekey ełê: wełła babe îmřo tancîyekem bird bo řaw ewa berane kêweyyekî kuştuwe û hênamewe em goşte eweye! ełê: ey tancîyeke le kwêye? ełê: ewete lew ber qapîye, înca ełê: «tu xwa řołe to hîç le diłta heye? axir ew tancîye besezmaneş řoḧî heye wekû ême, çon xwa heł’egrê ême lem ber agire danîşîn û ew lewber sermaye. de heste biço bîhêne jûrewe lew serewe, ba bo xoy bikewê! na, xom eçim! çil sałe nwêj ekem û řojû egirim, mela’îkey řeḧmet le małmaye ta êsta şitêkyan nedamê. tancîyeke daykim be saqey bê! be şewêk têr goştî kirdim, hey bełam da le çarey mela’îkey řeḧmet! xoy heł’estê eçê enewê le kełemekey û eyhênê le gwê agirdaneke bermałekey bo řa’exat û day’enê!