carêk fettaḧî baramî hemewend der’eçê ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  887 views

carêk fettaḧî baramî hemewend, der’eçê bo řawwiřût, lew deşte tûşî hellacêk ebêt. le diłî xoya ełê: ba seyrêk be hellac bikem. ełê: erê kawray hellac, ewe boç her şitêk ebê ełên wekû gunî hellac elerzê? a, mişte û kewaneket hełgire û tozê hellacî bike, bizane gunit çon elerzê?

hellacîş ełê aẍa pyawetît bê, wazim lê bêne, min kabrayekî hejarim, ba biřom be řêy xomewe! ełê: we kelam hellacî nekey etkujim. hellac naçar derpêy bo da’ekenê û leser berzayîyek dest eka be hellacî kirdin û fettaḧîş eçête şwênêkî nizim lejêrewe seyrî gunî eka bizanê çon elerzê! temaşa eka wa şitêkî tir be gunya şoř botewe! ełê ewe çîye? ełê: piryaskeye. ełê: kewate bîde we min to sê gunit bo çîye? lêy estênê, ke eykatewe pareye, pare heł’egrê û ełê: hellac bese îtir gerdinim aza ke, we kelam min witim her dû gunit bibînim, nemzanî buwe we sê, biřo xwat legeł be dû guneketewe!