sê zelamî kurd çûne şarî sine, le małî pyawêk ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  764 views

sê zelamî kurd çûne şarî sine le małî pyawêk mîwan bûn. le beramber małî xanexwêkewe mizgewtêk hebû, temaşayan kird xełkî hatuçoyan ekird. yekêkyan nawî ḧeme bû, pyawêkî zor jîr bû. le dû hawřêkey tirî pirsî, bizanim ezanin ew xange çîye? herdûkyan wityan nayzanîn. witî desa min eyzanim. wityan çîye? witî: « wełła ewe nwêjdane» kabrakan wityan: «dek be çawî çiłkinewe bî ḧeme. emîşt zanî?» xanexwêkeyan gwêy lem giftugoye bû. nwêjî şêwan witî: «xizmîne! ba biçîn bo nwêj». wityan başe. yekêkyan witî: «ḧeme, xo ême nwêj nazanîn. çî bikeyn?» witî qey naka mela çî bika êmeyş ewe ekeyn. řefîqêkyan řûy kirde ewî tir witî: « bê’eqił! pyaw legeł ḧeme bê çon pekî leser hîç ekewê?» ke çûne mizgewt hersêkyan letenîşt yekewe le sefêkda řawestan.

mela çuwe řikû’, ḧeme legeł yekê le řefîqekanya çûne řikû’ bełam yekêkyan her řep řawestabû. ḧeme le nwêjekeda witî: «kuře ’ewl mirdigit bimrê biçemêrewe mela řimya». bo gubend le řikatî dûhema boçî ’ewl tiřêkî nekend! şefe le nwêjekeda destî kird be pêkenîn û witî: « hey be kêrim, hey be kêrim». ’ewlîş witî: «şefey dwêt bawik! to ebê herwa bêḧeya bî; bikem we qing bawkitewe sa řaweste ba biçîne derewe. wew şêx kerîme ewendet lê edem we ker bêjî bawe». şefe witî: meger dû tiřî tir le kêrim bidey! îtir ḧeme řûy tê kird û witî: «keranbawgawîne em şeřetan le çîye? axir nazanin nwêjeketan ewrgî eger qise biken?»