le awayîy serşate zemawend bû kabrayek...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  907 views

le awayîy serşate zemawend bû, kabrayekî kurd řanekey birdibû bo gwê sîrwan, lewberî sîrwanewe şwanêkî berçaw kewt, ke seyrî kird fetey ’ewleye, witî: ho ho, ho fete, fete ewe to neçûgîte zemaweneke?! ewîş witî: nawełła neçûgim, le kwêye? witî: le awayîy serşateye. witî: birake kê lê wu? witî: kuçkit lê newarê, çî kê lê wu? ameye û xeceye û meceye! inca fete gwê ferencîyekey xoy girt û hełî’esûřan û be taqî tenya lew ber awekewe heł’epeřî û eyut:

ame û xece û mecaleye
şayî û bûkî fetaleye!

em kabrakey tirîş lem ber awekewe boy esendewe!