qazîy gawanî kewte sewday dirustkirdnî xanû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  767 views

qazîy gawanî, kewte sewday dirustkirdnî xanûyek. kabrayekî bennay hêna bo ewey bizanê çendî tê eçê. kabra ’erzî kird: qurban min be dû sed û penca qiřan xanûyekit bo dirust ekem, koşkekey xan eḧmed xanîşî negatê! qazî witî: westa newroz pyawî çak be, min derametêkî wam nîye koşkî xan eḧmed xanim nawê, şitêkî wa xom û mindałekanim sitarî tya bigrîn besme, serim meke be petewe! westa witî: qurban to çî efermûy? ewî min ’erizit ekem dû sed û penca qiřanîşî lê zyade û taqane koşkîş ebê lem şareda. qazîy efenî witî: westa newroz, dû sed û penca qiřan na, min pênc sed qiřanim heye, ewe pênc sed qiřaneke û çwar dîwarêkim bo pêkewe binê!

westa witî: qurban to îtir karit nebê. pênc sed qiřanî wergirt û řoyşit. kirêkar û paç û xakenazî nard û binaẍey nîmçe xanûyekyan dayewe. binaẍe hêşta negeyştibuwe ser, pare nema û hatewe bo xizmet qazî, witî: qurban pare nema! qazî nawkî kewt, witî: westa to ew wexte koşkî xan eḧmed xanit be dû sed û penca qiřan bo dirust ekirdim, keçî êsta be pênc sed qiřan xanûyekî eḧey cawîdit bo dirust kirdûm û hêşta her le binaẍeşdaye?! westa fermûy: qurban xo min pareketim nexsitote gîrfanim, her le xanuwekey xota xercim kirduwe.

naçar qazîye fenî - ewa pêwe buwe - şitumekî naw małekey firoşt, ewîşî da be westa newroz! westa beynêkî tir hatewe bo pare! qazî emca xişił û lagîrey xêzanekey firoşt û ewîşî daye! paş çend řoj řojêkî tir westa hatewe bo pare û xanûyşî hêşta çwar dîwarekey ser nekewtuwe! emca qazîy efenî kewte qerzuqołe le dost û nasraw ewîşî daye. xanû her tewaw nebû. kewte firoştinî kewiçk û teneke şikaw û tełemişkî nawmał ewîşî daye, her tewaw nebû. îtir hîçî be destewe nema!

le mayey dinya çwar kitêbî mabû hesta birdye bazař ewanîşî firoşt û çûne naw asnigerekan, teşwêyek û xakenazêkî biçkole û bekireyekî bennayî kiřî û emaney bird bo meḧkeme. lewê bangî feřaşekey xoy kird, witî: were řołe ew qur’ane hełgire lewê. feřaş qur’anî hełgirt û emîş teşwê û şitekey le şwênî dana.

emca her kese ehat bo meḧkeme bo şeri’kirdin, eger şer’ swêndî ber ew bixistaye, qazî řûy tê ekird û destî bo şitumekekan řa’ekêşa û pêy ewt biłê: ta ew şitumekane bikewête małmewe em îşem nekirduwe, weya em pareyem la nîye!