ełê sê kabray kurd hebûn yekêkyan çiłmin...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  743 views

ełê sê kabray kurd hebûn yekêkyan çiłmin, yekêkyan keçeł, yekêkyan şel. hatin girewyan kird ke ta se’atêk ne çiłmineke lûtî bisřêt, ne keçełeke serî bixurênê, ne şelekeş qaçî bibziwênê!

çiłmin lepaş tozêk agirî tê berbû leber çiłim. witî: bawkim beřeḧmet bê tîrendazêkî zor zor dest řast bû, tîrî bo her şitêk bihawîştaye serî ne’ekird. înca hênay destî çepî dirêj kirdewe û destî řastî be ber lûtya birdewe bo lay destî çepî, xêra xêra eyhêna û eybird eyut: awaş tîrekey ehawîşt! bew fêłe xurûy lûtî xoy damirkanewe.

keçełeş witî: be xwa bira dinya dewran dewrane - herdû destî xoy tund bird bo serî xoy û kiławekey girt û her le serya xêra xêra eysûřandewe - bawkî řeḧmetît řoyşit, êsta to bem ser û gwêlakewe le şwênî becêmawî! ewîş bem core xururî serî xoy şikand. kabray şeleş ke emey çaw pê kewt qaçekey berz kirdewe û witî: pyawî dirozin em qaçem be qingî! key wabû?!