kabrayekî ḧekîm hebû kuřêkî fêrî pizîşkî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  964 views

kabrayekî ḧekîm hebû kuřêkî fêrî pizîşkî ekird, bo ewey eger car car bihatnaye be şwênya bo ser nexoş xoy pîr bû kuřekey binardaye. řojêk hatin be şwênya bo ewey biçêt bo ser nexoşêk, kabra kuřekey nard. kuř, ke çû hîçî le nexoşîy nexoşeke ne’ezanî her ewende nebê witî: tem derûnî egrê awî sardî bidenê ba bîxwatewe. hênayan awyan da be nexoş, her dayanê û xwardyewe. nexoş weřes bû, witî: boxatrî xwa çîm lê eken?! em hemû awe çîye min natwanim! kuře ḧekîm witî: êwe be gwêy meken bîdenê.

înca be zor eyankird be gerûya! nexoşî quřbeser henasey lê biřa, îtir cêge nemayewe awî têken. kuře ḧekîm witî: ewe bo çî naydenê? wityan: wirgî piř bû, cêge nemawetewe. witî: bo çî min ḧekîmim yan êwe? bênin le xwarewe destûrî ken be awî sard! destyan kird be destûrkirdinî! kitupiř ewendeyan zanî şeqeyek le wirgî kabrawe hat, ke seyryan kird wa wirgî şeqî bird û ew bew naweda fîçqey kird!

kabray nexoş be aw mird û kuře ḧekîm hatewe bo lay bawkî, karesatekey bo gêřayewe. bawkî witî: axir to bo çî wat kird? witî: babe hîçim lê nezanî. le aw bêmzeřettirim nedozîyewe boy, awîş ew ketney kird!

ênca bawkî witî: řołe to ke eçîte ser nexoşêk her ke çûyte ḧewşekeyanewe lepêşa çaweçaw bike bizane çî kewtuwe; peře mirîşk, twêkłe hêlke, twêkłe şûtî, çî kewtuwe, ke çûyte serî û nebizit girt biłê em nexoşe ew şitey xwarduwe boye nexoş kewtuwe, carê hîçî medenê heta êwarê xom dêmewe, bo ewey ew şite hezim bika, ew wexte dermanî edemê ewsa ke hatyewe şiteke bo min bigêřewe min dermaneket pê ełêm û ke çûytewe eydeytê. îtir emeye ḧekîmî. witî: başe babe.

řojî dwayî le małêkî gewrewe hatin be şwên ḧekîmekeda bo ser nexoşêk, ḧekîmîş kuřekey nard û pêy wit amojgarîyeket lebîr neçêtewe. kuře ke çû, çuwe ḧewşewe çaweçawî kird şitêkî way berçaw nekewt tenha kurtane kerêk nebê ke danrabû! çuwe serewe nebzî nexoşekey girt û witî: ha! eme goştî kerî xwarduwe boye nexoş kewtuwe! heta êware hîçî medenê ba goşteke hezim ka ew wexte xom dêmewe dermanî edemê!

îtir hełsa û hatewe bo lay bawkî. ehlî małekeş hemû lem ḧekîmîye seryan suřma. be bawkî wit: babe ew nexoşe goştî kerî xwardibû boye nexoş kewtibû, ca toş dermanekey bo biłê! bawkî witî: çilon? witî: babe herçend çaweçawem kird hîçim berçaw nekewt; ne twêkłe şûtî, ne henar, ne hêlke, tenha kurtane kerê danrabû. dyare ewe goştî kerî xwarduwe boye ew kurtane lewê kewtibû!

ênca bawkî witî: bexêr bêytewe řołe! êware ke çûytewe bo serî biłê: dermanî ew kese ke goştî ker bixiwa eweye mêşkî pyawî kerî derxiward bidrê ew wexte çak ebêtewe!