ḧacî biraym begî deke cařî dabû be awayîda...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  704 views

ḧacî biraym begî deke, cařî dabû be awayîda herkes nwêj neka mirîşkêk cerîmeyetî, kabrayek hebû «qulî»y naw bû, çend mirîşkêkî bû, dabûy be cerîmeda, hîçî be destewe nemabû, naçar eçû bo mizgewt û nwêjî ekird, eyut: nîyetme em nwêje ekem bo ḧacî biraym beg. eyanut: kuře ewe boç wa ełêyt? eyut: birakem, ḧacî biraym beg tałanî kirdim, min nwêj nakem wezor nwêjim pê eka, eme nwêjî ewe, axir min bawkim nwêjî kirdige, bapîrim nwêjî kirdige. min çî û nwêj çî?