kabrayekî kurdî kemdest řojêk mîwanêkî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  788 views

kabrayekî kurdî kemdest řojêk mîwanêkî hat, ewîş hełsa be her corê bû, pencayyêk birinc û pencayyêk řonî be qerz peyda kird û hênayewe day be jinekey boyan lêbnê.

jine çû be carê hemû řonekey kirde pencayîye birinceke û lêy na be çêşt. êware ke nanî dana mîwaneke leber şiłpey řon destî negeyşte birinceke, zû têrî xward û çuwe dwawe. paşa ke řoyşit pyaweke be jinekey wit: erê jineke min be hezar nałî ’elî pencayyêk řonim qerz kirdibû, to bo çî becarê kirdit be çêşt? jine witî: be xwa mêrdeke bo řûsûrî to wam kird. kabra witî: be xwa min emwîst řûřeşî lay xiwayş bûmaye û to ew hemû řonet befîřo nedaye!