fettaḧ efenî nawêk qazî bû bełam pyawê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  825 views

fettaḧ efenî nawêk qazî bû, bełam pyawêkî gêl û bê’eqił bû, xizmetkarêkî hebû nawî mam xidir bû. wa řêkewt muteseřîf lêkewt û qazî bû be wekîl. êware eçête małewe bang eka: xidir, were hey kerî bê’eqił, to her be minit ewt nabî be hîç, ewa le qazêtîy qezawe bûm be qazîy lîwa û emřoş bûm be wekîlî muteseřîf!

mam xidrîş witî: efenî eger bextit bem core bê ebît be qazîy wîlayet û ebît be wekîlî walîş! ê minîş witûme to nabî be pyaw, xo nem wituwe nabî be muteseřîf!