kabrayekî kurd beřojû bû zorî birsî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  837 views

kabrayekî kurd beřojû bû, zorî birsî bû, tozêkî mabû řoj awa bibê, bangî jinekey kird û witî: xêrake nanim bo bêne ba řojuwekem bikemewe, jineke witî: pyaweke xo řoj hêşta berze, dû gezî mawe, heta nwêjî şêwan nebê, řojûy çî ekeytewe? ewîş witî: kiçê nanekem bo bêne, xwa bem hezar gezey ke řoyîwe, minnetim lê nezanê, bem dû gezeş her nayzanê!