kabrayekî kurd mayînêkî zor çakî hebû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  788 views

kabrayekî kurd mayînêkî zor çakî hebû, kabra xoy çûbû bo karwan, şewê diz hatne ser małekey bo mayîneke, kesîşî le małewe nebû, tenha jinekey nebê. jin hestî kird wa diz dewrey małekeyan dawe, řûy kirde mayîneke û pêy wit:

mayîne kewey yelxuze
qezat bikewê lem kuze
îmşew netba ew dize!

diz mayînyan bird. kabra hatewe seyrî kird mayîn nemawe, le jinekey pirsî ewîş pêy wit: diz hatin û birdyan, bełam etwanî bîdozîtewe. witî: çon? witî: be pesteyekî wam wituwe be mayînekeda, heste biřo bizane le çi şwênêk em pesteyeyan wit ewe lewêye.

kabra çû, lepaş geřanêkî zor, řêy kewte gundêk, seyrî kird mindałan ew pesteye ełên. le mindałêkî pirsî: eme le kwê fêr buwe? ewîş witî: fiłane mał çûbûn bo dizîy mayînêkyan hênabowe, ke hatnewe em pesteşyan legeł xoyan hênabû. małekey lê pirsî, ewîş pîşanî da, ke çuwe jowrewe mayînekey berçaw kewt, řast newî le ciłewekey kêşaye derewe û hênayewe.