meḧmûy pîrweysî yusucanî şewêk le małê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  867 views

meḧmûy pîrweysî yusucanî, şewêk le małêka mîwan bû, jinî xanexwêke bayekî lê ber bowe, çepokêkî kêşa beser mindałekeya, witî: «şikiłit xwatewe, pyaw şermezar eken!».

hîç deng nebû, nûstin. şewê jineke mîzî hat, neyzanî le jûrserî meḧmûy pîrweyseweye, xoş mîzekey kird, meḧmûş lay wabû bizne, witî: yix, yix, dwat biřê! jineş witî: xałe meḧmû bizin nîye minim, wa xwa řûy řeş kirdim! xałe meḧmûyş witî: xuşkê! xwa toy řûřeş nekirdige, xwa minî we çemer kirdige, egîne ebuwaye le hewretrîşqekey êwarêda paş pargênim lê bidaye!