to ezanî le wiłatî kurdewarî le her şwên...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1102 views

to ezanî le wiłatî kurdewarî le her şwênêk xwardemenîyekî taqane heye? eger netzanîwe bîzane ke emanen:

tûy «gelên»,

siriniçkî «zenan»,

gwêzî «heşmêz»,

mêwjî «jawero»,

basuqî «şarbajêr»,

henarî «nazenîn»,

sêwî «serdeşt»,

hencîrî «řêjaw» û «kełekin»,

tirêy «serniwê» û «lîvan»,

kałekî «mukiryan»,

şûtî «qeła çwałan»,

nawkekulekey «giřgiř»,

tilyakî «kulyayî»,

birincî «deke» û «akirê»,

turşyatî «silêmanî»,

heftebîcař û peşmekî «sine»,

ḧewênc û tûrî «kerkûk»,

jêrçeney «koye»,

yapraxî «hewlêr»,

pyazî «quřuçya»,

nokî «nîskawê»,

kiznî «leylax»,

herzinî «merîwan»,

ardetûy «hewraman»,

genmî «maydeşt»,

cořeşî «germyan»,

bîza û genmeşamî «mukiryan»,

lokey «şarezûr»,

tûtnî «şawir»,

gezoy «bane»,

beřûy «kelîxan»,

mastî «sincawî» û «neweře» û «kozeřeqe»,

penêrî «herkî» û «baxçe miryem»,

řonî «lacan»,

salimey «şino»,

keşk û doyney «caf»,

ḧełway gułezerdey «jêr dewarî begzadey caf»,

kebabî «sabłax»,

doy «naraw»,

hengiwînî «şametrînke»,

perdepławî «silêmanî»,

xurmay «mendelî»,

nanî «leylax»,

tirozî çemîley «dihok»,

behêy «derebeyan»,

hełûjey «nayser»,

xeyar arûy «tewrîwer»,

gêlasî «doław»,

qariçkî «myaweran»,

qeysî şems û nûrî «ḧesenawa».