kabrayek gêřayewe witî be lay kelaweyekda...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  887 views

kabrayek gêřayewe witî: be lay kelaweyekda têpeřîm gwêm le dengî pişîleyek bû lem kelaweyeda. ke seyrim kird hîç dyar nîye, ewe nebê ke eme melayeke emyawênê! lew wexteda mindałêk le małêk hate derewe, řûy kirde kelaweke, melake girtî, têr û piřî lêda û gelê cinêwî daye. lêm pirsî: witim mamosta eme çîye? witî: «kuře min be mindałan exwênim, em hetîwe zołeş be lay xoyewe lay min exwênê, hemû car xoy edzêtewe û eçêtewe bo małewe. pişîleyekyan heye legeł pişîleke yarî eka. êste min hatim lêre destim kird be myawkirdin, wa têgeyşit eme pişîlekey xoyane, hat be dengimewe, ewete minîş girtim, serim naye quzî daykî».