mamostayek dersî be minałan ewt kabray...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  858 views

mamostayek dersî be minałan ewt, kabrayekî dostî çû bo lay, seyrî kird mamosta darêkî dirêj û kurt û qełmaskêk û tepłêk û mêkurtêk û dûzeleyekî lay xoyewe danawe. lêy pirsî: mamosta emane çîye? cenabaẍa witî: «fiłanî! em minałane hetîwî bêşermyan tyaye; pêy ełêm bixiwêne, cirtim bo řayêłê! minîş be dare kurteke lêy edem, dûr ekewêtewe, înca be dare dirêjeke lêy edem, heřa eka û eřwa, qełmaskekey tê egirim, serî eşkê, ew wexte hemû minałekanim tê ewrukên, çaryan nakem, dênim tepłeke ekeme milim û dûzeleke egirim be demmewe û mêkuteke egirim be destewe, dest ekem be tepłikutan û dûzelelêdan, xełkî geřek gwêyan lem tepił û dûzeleye ebê, lêman ko ebnewe û leber destî minałekana řizgarim eken».