kabrayek çuwe lay melayek witî qurban...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  870 views

kabrayek çuwe lay melayek, witî qurban řojêkî řemezanim xwarduwe çon ebê? witî: řojêk lebatî bigrewe. witî: girtibûmewe, bełam ke hatme małewe, minałekan keşkekyan lênabû, diłim çû, destim bo bird, parûyekim xward. witî: çî bû ca řojêkî tir bigrewe lebatî. witî qurban ewîşim girtibuwewe, dîsan be řêkewt hatmewe małewe, minałekan qawirme be nokyan lênabû, diłim çû, destim bo bird, parûyekim xward. mela witî: «min way be çak ezanim; beřojû mebe, ta herdû destî xot wekû ker ebestîtewe û eyxeyte milit, ew wexte etwanî beřojû bît».