be boney dirustkirdnî saxtimanî qutabxaney yekemî hewlêrewe
From the Book:
            Dîwanî Kanî
        By:
                Abdul-Jabbar Agha Doghirmechi (1897-1957)
        
             1 minutes
             1597 views
        
        
    le hewlêr medreseyêkim guşabû
hemû mekteb le hejmet menḧena bû
le şikłî qesrî îrem hate mewcûd
le boye layqî mediḧ û sena bû
letîfe menzerey menzûrî ’alem
bînayêkî ’ecayb diłguşa bû
be şadî mułk û mîllet bû mu’emmer
ḧeqîqet zor muzeyyen çakirabû
dełê bê no û deş te’rîxî «katî»
le laşim her wekû cennetsera bû