xeyałêkî îmandarane

From the Book:
Dîwanî Kanî
By:
Abdul-Jabbar Agha Doghirmechi (1897-1957)
 2 minutes  869 views
her le binî pêm heta mûy serim
ẍerqî gunah bûm nemdekird şerim
mîsalî mecnûn bê ser û saman
degeřam sersam le deşt û kêwan
tarîk bû řêgam nebû řehberim
le e’malî bed dił debû nerim
kesî wam nebû bipirsê ḧałim
le çake nebû fîkir û xeyałim!
temennam dekird le bo aẍekî
lem fîkireda bûm kewtime baẍekî
baẍêkî diłgîr baẍî beẍda bû
lenaw ew baẍe gułêk peyda bû
bonî deřoyî bo ’erşî felek
mest û medhoş bûn le bonî melek
pîrî destigîr xoy be şukirułła
ẍefletî nebû qet le zîkirułła!
dexaletim kird zor be zelîlî
pêm wit bê me’wam bo xot delîlî
dexîlek şahim qebûłim bikey
le dergahî xot qet derim nekey
bałay kirdûy xudayî ẍeffar
bûy be cîranî eḧmedî muxtar
leçaw ewlya dûřiř û ełmasî
necatî debê ewey bitnasê!
ḧeyatî çon bû mematîşî wa
le bo nexoşan debexşê dewa
tebşîrtan dekem ey murîdanî
xeberdarbin le řoḧî řewanî
le darulfena bo êmey fanî
feyzêk her debê le bo yaranî
turkî û ’arebî û kurdî û farsî
kanîPen name natwanê senat binûsê