seyr kirdinêk
zimanî kurdî eger le samandartirîn beşe zimanekanî «arî» nebê, yekêkî here dewłemende lew zimanane tak takî şêwekanî û bendibendî liqekanî xoy bo xoy gewahî ew dawakirdine eda.
ke wate ebê ême leser ew baweře bîn ke zimanekeman zimanêkî firawane. ta êsta eger nazêkî nekêşrabê leber bê nazî ew qewme buwe ke zimanekey wekû milwankey mirwarî kewtote jêr xak û xołî bêkesîyewe! ta em dewreye wa buwe, umêd ekem le êsta be dwawe be piştîwanî kuřanî daykî nîştimanî xakî kurdewe, îtir behoy tîşkî zanîn û nûsînewe, le çałî bê xizmetî bihênrête derewe û bikewête asmanî berzî û le řûnakî ew, kurd û nîştimanî kurdî pê derkewê.
min bo danan û řêkxistinî em kitêbe gelê şwên geřam û hełsûkewtim legeł gelê kesî sade û berza kird. le berî em fermanem ewem dest kewt ke komełe edebêkî le wişey kurdî petîm bo hate encam, lemewe eger kitêbêkî weha nebuwaye, ew wişane ne’eçûne naw xezney samanî manewey zimanî kurdî û lewane bû herwa berebere bo xoyan le axra epûkanewe.
minetbarî heste şîrînekey «ḧemebegî ḧacî řesûł beg» û «ḧacî tofêq begî pîremêrdim»; pîremêrd çi be zimanî xoy û çi be gałte û gepekey serçaweyek bû bo em kitêbe. ḧemebegî ḧacî řesûł beg be zimane parawekey û be qełeme řewanekey le nukat û serguzeştî kurdîda cêgey xoy le řîzî here pêşewey edîbe gewrekanî kurda terxan kirdibû. le bergî dûhemî em kitêbeda serguzeştey jyanî exrête řîzî nawdaranewe.
’ela’eddîn secadî
2657/1/5 kurdî
3 cimad alsanî 1376 hicrîArabic