dû kabray kurd pêkewe nanyan exward...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  900 views

dû kabray kurd pêkewe nanyan exward, yekêkyan witî: waçake min ew xerîk kem be qisekirdinewe û min hemû naneke bixom. lêy pirsî: erê tuxwa bira, řeḧmetîyekey bawkit çon û bo çî mird? kabra destî pêkird be pesa daxsitin, leberçî nexoş kewt, çon û çende legełî xerîk bûn, çon hîç şexis û dewa û dermanêk nema negeřên û neyken, hîç kełkî nebû axrî her mird. ewîş be şêneyî nanî xoy exward û carcar «im» êkî bo ekird! kabra wextê be xoy zanî ewa nan le dwayî hatnaye û emîş hîçî nexwarduwe! witî: ba minîş heqî xomî lê bikemewe biłêm ey bawkî to çon mird? lêy pirsî: erê bira ey bawke řeḧmetîyekey to çon mird? ew hîç sê û dûy lê nekird, be kurtî witî: nexoş kewt û mird!