melayek kuře kurdêkî fêrî ḧisab ekird...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  708 views

melayek kuře kurdêkî fêrî ḧisab ekird, cem’î fêr kirdibû, xerîk bû fêrî terḧî bikat, lêy pirsî witî: her dû destit çend engustî heye? kuřeke witî: de engust. mamosta witî: eger çwarî nemênê çî ebê? kuře witî: ca mamosta eger çwar engustim nemênê, xo be carê pekî şeře qełmask û bilwêr lêdanim ekewê!